Bernameyên taybetî Roja Zimanê Kurdî li bajarên kurdnişîn ên Tirkiyê
Kurdan 15’ê Gulanê wek Cejna Zimanê Kurdî qebûl kiriye. Di vê rojê da ji bo ziman gelek çalakî têne lidarxistin. Îsal jî li gelek bajaran çalakiyên cur bi cur hene.
Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, Kurdan 15’ê Gulanê wek Cejna Zimanê Kurdî qebûl kiriye. Di vê rojê da ji bo ziman gelek çalakî têne lidarxistin. Îsal jî li gelek bajaran çalakiyên cur bi cur hene. Ev e hin bernameyên ku li bajarên cûr bi cûr dê bên lidarxistin:
- AMED
ÇALAKIYÊN CUR BI CUR
Tora Ziman û Çandê li Amedê ligel hin saziyan çalakiyan li dar dixe. Bernameya wan bi vî rengî ye:
13’yê Gulanê, saet 12.30: Tora Ziman, OHD û Maseya Ziman û Baroya Amedê daxuyanî tê dayîn. Cih, li ber dadgehê.
14’ê Gulanê, saet 14.00: Bi pêşengiha Tor û Ziman, bi cil û bergên neteweyî daxuyanî tê belavkirin. Cih, Şanoya Bajêr a Amedê.
15’ê Gulanê, saet navbera 12.00-15.00: Bi hevkariya Tora Ziman, OHD û Komîsyona Ziman a Baroya Amedê panelek li dar dikeve. Panel bi navê “Ziman û Hiqûq” li dar dikeve. Cih, Eymana
Konferansê ya Tahîr Elçî.
15’ê Gulanê, saet 16.00: Ligel hemû pêşhateyan li Parka Hemberî NSTY (Bayramoglu) dê meş li dar bikeve.
15’Gulanê, saet 18.00: Dîwana Zarokan. Bername dê li Zarok MA’yê li dar bikeve.
16’ê Gulanê, saet navbera 19.30-23.00: Konsera Şahiya Stranan. Cih Eymana Demîrok (Kolana Îstasyonên)
- WAN
PANELA BAROYA WANÊ
Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Wanê panelek li dar dixe. Panela ku wê Sîpan Gokhan bi rê ve bibe, dê Sabir Ebdulahizad li ser “Hiqûqa Navneteweyî û Kêmîneyên Zimanî, Firat
Aydinkaya li ser “Dîroka Hiqûqa Kurdan” û Xecê Şen jî li ser “Felsefeya Ziman, Wêjeya Kurd û Rola Jinan a Di Wêjeyê De” biaxive.
15 Gulan 2022, Saet 14.00, Cih Baroya Wanê
ŞAHIYA CEJNA ZIMAN
Egîtîm-Sena Wanê, Tora Ziman, Teatra Mencel û KESK’a Wanê bi hev re şahiyeke bi sernavê “Pîrozbahiya Cejna Zimanê Kurdî” li dar dixin. Li gor bernameyê pêşî li ber avahiya Aydin
Perihan AVM daxuyanî bidin û paşê dê li heman avahiyê li salona Teatra Mencel (li qata 3’yan) çalakiya wan li dar bikeve. Pêşî pêşbaziya li ser çand û ziman û dûre jî dê Koma Muzîkê ya
Egîtîm-Senê konserê bide.
15 Gulan 2022, Saet 14.00, li ber avahiyê û dûre li Salona Teatra Mencel.
- RIHA
PANEL ZIMAN Û HIQÛQÊ
Baroya Rihayê û Weqfa Mezopotamyayê bi hev re paneleke bi sernavê “Zimanê kurdî û termolojiya hiqûqê” li dar dixin. Panela ku zimanzan Samî Tan wê moderatoriya wê bike, zimanzan
Zana Farqînî û hiqûqnas Gevriye Atli dê biaxivin.
14.05.2022, Saet 13.00, Cih Salona Konferansê ya Tahir Elçi a Baroya Rihayê
- STENBOL
LI DU MEYDANAN ÇALAKÎ
Komeleya Lêkolînên Kurdî û NÇM (Navenda Çanda Mezopotamya) bi hev re çalakiyan li dar dixin. Li du meydanên mezin, li Meydana Esenyurtê û li Meydana Neyzen Teyvik a Kartalê
çalakiyên ziman li dar dixin.
Her du çalakî 15.05.2022, li Esenyurtê saet 14.00'an de, li Kartalê 17.00’an de çalakî li dar dikevin.
LÎSTIKA ŞANOYÊ
Ji bo 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî şanoya Keypa 12500 tê lîstin. Lîstika ŞA Performansê, “Keypa 12500”, çîroka xerakirin û binavkirina Heskîfê ye ku şanoger Tuncay Ozel tenê tê de
dileyîze. Heskîf wekî rihekî ji gora xwe derdikeve û hesab ji ew kes û berpirsên ku vê zilmê lê kirine dipirse.
Di vê pêşkêşkirina de Chalak Events û ŞA Performansê hevkarî kirine.
14’ê Gulan, saet 20.00, Cih: Su Gosteri Sanatlari Merkeziyê ya li Fatîha Stenbolê
'ZIMAN Û HIQÛQ'
Beşa Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (KHA) a Stenbolê jî panelek li dar dixe. Panel bi ser navê "Ziman û hiqûq, hiqûqa serdestan, zimanê bindestan' li dar dikeve. Panela di bin
moderatoriya parêzer Mizgîn Argeş de, bi beşdariya parêzer Veysel Vesek û Sabîr Ebdulahîzad li dar dikeve.
15.05.2022, saet 20.30, li ser hesabê Zoomê ya KHA'yê.
- ÎZMÎR
Li Koma Lêkolînên Kurdî Avesta li Îzmîrê di roja ziman de pîknîkê li dar dixe. Pîknîk li Qada Pîknîkê ya Sarnicê ye. Avesta di seyranê de wê sertîfîkayên ziman jî bide xwendekarên xwe.
15 Gulan 2022, Saet 10.00