May 06, 2022 16:39 Asia/Tehran
  • Parlemana Ewropayê Tirkiye ji endametîya di YE da bêhêvî kir

Parlemana Yeîtiya Ewropayê (YE) tevî şermezerkirina giran a sepandina cezaya zîndana hetahetayî (muebedê) ser Osman Kavala çalakê medenî û karsazê tirkîyeyî ji hêla dadgeha Tirkiyê va, ragihand ku Enqerê bi vê pêngavê ti hêviyek jibo destpêkirina muzakireyên taybet bi endametiya wî welatî di YE da nehêlaye.

Parlemanterên ewrûpî di daxûyanîya xwe da gotine ku Tikrîyê di dosîya Kavala û dosîyên din da, hêvîyên ku bo destpêkirina demajoya muzakireyên endametiya Tirkiyê di YE da hebûn, ji nav birin, ew jî bi rêya binpêkirin û bêrêzîkirina aşkera li himberî biryarên Dadgeha Mafên Merivan a Ewropayê ku pêwîstiya pabendbûnê ser wan heye û Tirkiye jî endamê wê dadgehê ye.

Muzakireyên Enqere û Brûkselê jibo endametiya Tirkîyê di YE da ji sala 2005ê va destpê bûn, lê li ser çend dosîyên cida nakokî ket navbera wan û ew muzakire hatin sekinandin, dîyartirîn dosîye jî binpêkirina aşkera ya mafên merivan û vekişîna Tirkîyê ji dêmokirasîyê û azadîyan bû.

Serepeyv