Erdogan bi telefonê digel Serokomarê Fransayê Macron axivî
Serokomarê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan bi telefonê digel Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron axivî.
Li gorî nûçeya Ajansa Anatoliyê, Serokomarê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan bi telefonê digel Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron axivî.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Ragihandina Serokomariya Tirkiyê di peywendiyê de mijarên weke geşepêdana têkiliyên Tirkiye-Fransayê û şerê di navbera Rûsya û Ukraynê de hatin gotûbêjkirin.
Serokomarê Tirkiyê Erdogan di peywendiyê ji bo dubare hilbijartina wî weke Serokomar, Emmanuel Macron pîroz kir.
Erdogan anî ziman ku têkiliyên Tirkiye-Fransayê li ser asta parzemîna hevbeş Ewropayê xwedî roleke giring in.
Erdogan di peywendiyê de anî ziman ku weke Tirkiyeyê di warê dawîlênanîna şerê li Ukraynayê bi rêya demokrasiyê, hewlên xwe didomînin.