May 04, 2022 19:25 Asia/Tehran
  • Li parêzgeha Amedê di êrîşa çekdarî de 2 kes hatin kuştin û 3 kes jî birîndar bûn

Li parêzgeha kurdan a Amedê li Tirkiyê di erîşeke çekdarî de 2 kes hatin kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.

Li navçeya navendê Rezanê ser bi parêzgeha Amedê, li dijî otombîlekê ku 5 kes tê de bûn êrîşeke çekdarî hat kirin.

Di encama êrîşê de ji heman malbatê 5 kes birîndar bûn. Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê û hêzên cendirme bo cihê bûyerê hatin şandin.

Birîndar ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo nexweşxaneyeke taybet hatin veguhestin, lê tevî midaxeleya li nexweşxanê 2 kesan canê xwe ji dest da.

Piştî midaxeleye destpêkê li nexweşxana taybet 2 birîndar bo Nexweşxana Pizîşkî ya Zanîngeha Diclê hatin veguhestin û birîndarek jî bo Nexweşxana Perwerde û Lêkolînê ya Gazi Yaşargil hat veguhestin.

Hêzên ewlehiyê ji bo desteserkirina êrîşkaran dest bi xebatê kirin.

Serepeyv