Nîsan 25, 2022 09:59 Asia/Tehran
  • Qada asimanî ya Yûnanê ji aliyê dron û balefirên şêrr ên Tirkiyê va hat binpêkirin

Wezareta berevaniyê ya Yûnanê ragihand ku qada asimanî ya vî welatî ji aliyê Tirkiyê va hatiye binpêkirin.

Wezareta berevaniyê ya Yûnanê şeva derbasbûyî ragihand ku 2 dron û 3 balefirên şêrr ên F16 yên Tirkiyê qasa asimanî ya Yûnanê li ser Deryaya Egeyî binpê kiriye.

Li gorî ragihandina Wezareta berevaniyê ya Yûnanê, balefirên destdirêjker ên Tirkiyê li gorî qanûnên navneteweyî hatin naskirin û şopandin.

Yûnan û Tirkiye du welatên cînar ji ber nakokiyên sînorî di têkiliyeke reş û tarî da ne û derbarê çavkaniyên neft û gazê yên rojhilatê Deryaya Sipî jî bi hev ra nakok in.

 

Ev du welat li ser xwedîtiya hin giravên kevirîn û sînorîn avî li deryayên Sipî û Egeyê nakok in û îdia dikin ku aliyê hember di pêvajoya gotûbêjan ji bo çareserkirina meseleya Qibrisê astengiyê derdixe.

 

Serepeyv