Nîsan 24, 2022 20:14 Asia/Tehran
  • Peyama Erdogan ji bo Patrikê Ermeniyên Tirkiyê: Ez Ermeniyên Osmanî bi rêzdarî bibîr tînim

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan di peyama xwe ya ji bo Patrikê Ermeniyên Tirkiyê Sahak Maşalyan de got, "Ez careke din Ermeniyên Osmanî yên ku canê xwe ji dest dane bi rêzdarî bibîr tînim û ji merivên wan ên mayî re sersaxiyê dixwazim."

Li gor daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariya Tirkiyê Erdogan ji Patrîkê Ermeniyên Tirkiyê Maşalyan re peyamek şand tê de anî ziman, "Hûn îro di bin banê Patrîkxana Ermeniyan a Stenbolê de ji bo bîranîna Ermeniyên Osmanî yên di şert û mercên dijwar ên Şerê Cîhanê yê Yekemîn de canê xwe ji dest dane bibîr tînin."

Erdogan diyar kir ku di navbera Tirkiyê û Ermenistanê de pêvajoyeke asayîbûnê heye û got, “Ez dizanim ku pêvajoya asayîbûnê ji aliyê welatiyên me yên bi eslê xwe Ermenî ve, ku alîgirên hevkariya nêzîk di navbera her du welatên cîran de ne, bi dilpakî tê piştgirîkirin û ez girîngiyê didim vê yekê. Hêvî dikim ku hûn beşdariyeke xurt bikin ji bo nirxandina derfeta dîrokî ya ku ji bo aşitî û aramiya daîmî li herêma me ku piştî gelek salan derketiye holê.”

Erdogan di rewşekê de van gotinan tîne ser zimanê xwe ku di şerê dawiyê yê Qerebaxê navbera Komara Azerbaycan û ermenistanê rasterast piştgiriya leşkerî û çek û sîlahan da Komara Azerbaycanê û heta ji bo vê piştgiriyê çeteyên xwe yên li Sûriyê jî şandin alîkariya Komara Azerbaycanê û bi eşkera destê xwe di xwîna ermeniyan werda.

22ê Nîsana 2022an parlamenterê HDPê yê Ermenî Garo Paylan reşnivîsa proje-qanûnek pêşkêşî Serokatiya Parlamentoya Tirkiyê kiribû bo nasandina Komkujiya Ermeniyan û daxwaz ji Tirkiyê kiribû ku îtirafê bi wê komkujiyê bike lê 23ê Nîsana 2022an Serokê Parlementoya Tirkiyê Mustafa Şentop ew reşnîvîsa proje-qanûnê red kir û li Paylan vegerand.

Ermenî bi salan e ji bo qerebûlandina Komkujiya Ermeniyan li diasporayê zextê li Tirkiyê dikin lê heta niha Tirkiyê ji bo qebûlkirina komkujiyê ti gavek neavêtine.

Heta niha 39 hikûmet û parlamentoyên welatan, hinek rêxistinên cîhanî yên wek Neteweyên Yekbûyî, Parlamentoya Ewropayê, Encûmena Ewropayê, Encûmena Kilîseya Cîhanî, Rêxistina Mafên Mirovan û 35 kesayetiyên ku Xelata Nobelê wergirtine, Komkujiya Ermeniyan wek “Cenosîd” nasandine.

Serepeyv