Nîsan 23, 2022 16:06 Asia/Tehran
  •   Li Tirkiyê elektirîk, gaza xwezayî û petrol li gor Ewropayê sê qat zêdetir bûye

Li gor amarên dawî yên Ofîsa Amaran a Yektiya Ewropayê (Eurostat) ên derbarê bihabûna enerjiyê de li Ewropayê, bihabûna herî zêde ya elektirîk, gaza xwezayî û petrolê li Tirkiyê hatiye tomarkirin û nirxê enerjiyê li Tirkiyê li gor welatên Ewropayê sê qat zêdetir bûye.

Di demekê de ku Serokkomarê Tirkiyê di van rojên dawî de behsa wê yekê dike ku li welatê wî, petrol û enerjî ji Ewropayê erzantir e, Ofîsa Amaran a Yektiya Ewropayê (Eurostat) di lêkolîneke xwe ya derbarê bihabûna nirxê enerjiyê de ragihand ku di nav welatên Ewropayê de herî zêde bihabûna petrol, elektirîk û gaza xwezayî li Tirkiyê hatiye tomarkirin.

Li gor ofîsa navborî ya Yektiya Ewropayê, bihabûna salane ya nirxê enerjiyê li Tirkiyê li gor welatên Ewropayê sê qat zêdetir bûye. Eurostatê di lêkolîna xwe de diyar kiriye ku enflasyona salane ya meha Sibata 2022an a elektirîk, gaza xwezayî û petrolê li Tirkiyê ji sedî 97 zêde bûye û li Ewropayê jî bi awayekî navendî ji sedî 29 hatiye tomarkirin.

Tirkiye bi rêjeya ji sedî 97 di nav welatên Yekitiya Ewropayê de bûye yekem welat ku herî zêde elektirîk, gaza xwezayî û petrola wê hatiye bihakirin. Piştî Tirkiyê bi rêjeya ji sedî 66 Belçîka di rêza duyem de ye.

Enflasyona salane ya elektrîk, gaza xwezayî û petrolê li çend welatên Ewropayê bi vî awayî ye:

Bihabûna petrol, gaza xwezayî û petrolê Tirkiye bi %97 di nav welatên Ewropayê de yekem e

Ewropa

Hollanda: %52

Yunanîstan: %44

Danîmarka: %31

Romanya: %23

Bulgarîstan: %23

Fransa: %22

Almanya: %%22

Malta: Neguheriye

Serepeyv