Nîsan 21, 2022 18:30 Asia/Tehran
  •   Polîsên Tirkiyê 78 li Meletî û Moglayê koçber desteser kirin

Li parêzgeha Meletiyê ya Tirkiyê 32 koçber û li parêzgeha Muglayê ya Tirkiyê jî 46 koçber hatin desteserkirin.

Li gorî rapora Rûdwê, Rêveberiya Ewlekariya Meletiyê ragihand, li navçeya Mestikana Jêr di kontrola rê ya polîsan de 32 koçberên efxanî ku bi meş ber bi Meletiyê ve diçûn hatin dîtin, ji aliyê polîsan ve hatin desteserkirin.

Koçber piştî karên wan ên qanûnî temam bûn bo Îdareya Koçê ya Meletiyê hatin radestkirin.

Li navçeya Bodrumê ya ser bi parêzgeha Muglayê jî, 8 koçberên ku dixwestin di ser Deryaya Egeyê re bi awayekî neyasayî derbasî Yunanistanê bibin, hatin desteserkirin.

Herwiha li sînorên parêzgeha Muglayê, 38 koçberên ku ji aliyê hêzên emnî yên Yunanistanê ve paşde hatibûn vegerandin, ji nav deryayê hatin derxistin. Koçber bo Îdareya Koçê ya Muglayê hatin veguhastin.
 

Serepeyv