Nîsan 19, 2022 19:27 Asia/Tehran
  • HDPê bo doza daxistinê parastina xwe amade kir

Partiya Demokratîka Gelan HDP piştî doza daxistina vê partiyê ya hatî vekirin, parastina xwe ya despêkê ya di derbarê doza daxistinê de xilas kir û dê sibe yan dusibe radestê Dadgeha Destûrî ya Tirkiyê bike.

Li gorî agahiyên di medyayên Tirkiyê de belav bûne, ev parastina despêkê ya bo doza daxistinê ev sê meh e ji aliyê Komîsyona Qanûnî ya HDPê ve tê amadekirin. Li gorî agahiyan tê çaverêkirin di nava van du rojan de radestî Dadgeha Destûrê bikin.

 Ev belgeya xweparastinê ji aliyê komeke 10 kesî ve dihat amade kirin ji 220 rupelan pêk tê. Di vê xweparastina de, HDP li ser xalên wek Pêvajûya Çarثseriyê, Rola HDPê, birêvebirina siyaseta demokratîk disekine. Herwiha bersiva îdiayên dozgeriyê yek bi yek dide.

Piştî ku HDP parastina xwe radestî Dadgeha Bilind a Destûrê bike Serdozgeriya Komarê dê bi devkî jî li HDPê guhdar bike. Bi vî awayî dê îdia û xweparastin werin guhdarkirin.

Dadgeha Destûrê dê wan dosyayan ji Raportor re bişîne û ew jî dê raporekê amade bike û ji serokê Dadgeha Bilind a Destûrê re bişîne. Dê serokê Dadgeha Bilind a Destûrê jî dîrokekê diyar bike û biryara xwe eşkere bike.

Serepeyv