Nîsan 19, 2022 09:00 Asia/Tehran
  • Erdogan ji welatan xwest di şerê dijî PKKê de alîkariya Tirkiyê bikin

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan bi rêya balyoz û dîplomatên biyanî yên li Enqerê ji welatên wan xwest di şerê li dijî PKKê de alîkariya Tirkiyê bikin.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di xwarineke fitarê bi balyozên welatan re axaftinek kir. Yek ji mijarên ku Erdogan di axaftina xwe de bal kişand ser, şerê li dijî PKKê bû.

Serokkomarê Tirkiyê di axaftina xwe de israra Tirkiyê ya ji bo rûbirûbûna PKK, YPG, DAIŞ û Cemaeta Gulenî diyar kir û got, "Ew li ku derê û kî bin, em dê li hemberî PKK, YPG, Feto û DAIŞê berdewam bin. Ez dixwazim careke din diyar bikim ku ji bo ziwakirina çavkaniyên aborî yên rêxistinên terorê, em li benda alîkariyeke xurt a hemû dostên xwe ne."

Erdogan her wiha anî ziman, "Em bê dudilî ji bo paqijkirina Sûriye û Bakurê Iraqê ji terorê gavan diavêjin. Heta ku teror li ser welat, herêm û cîhanê xetere be, em ê pêngavên xwe bidomînin. Em ê bi hemû rêxistinên terorî re rû bi rû bên.”

Ev axivtina Erdogan ya ji balyozan re piştî vê yekê ye ku duh Duşemê, Artêşa Tirkiyê li herêmên Metîna, Zap, Avaşîn û Basyanê bi hinceta hebûna şervanên PKKê operasyoneke nû da destpêkirin.

Ev êrişa Tirkiyê ser Herêma Kurdistanê piştî derbasbûna 3 rojan ser hevdîtina serokwezîrê hikumeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi serokomarê Tirkiyê Erdogan û serokê îstixbaratê Hakan Fidan re di 15`ê Nîsanê de, pêk tê.

Serepeyv