Hevdem di gel mêvandariya Erdoxan, karker li Enqereyê kom bûn
Hevdem di gel mêvandariya mezin a Erdoxan li Koşka Dolma Başçeyê ji bo hunermendên ser bi hikûmetê, karker û teqawûdbûyiyên ji bajarên Tirkiyê wek nerazîtiya li hemberî siyasetên aboriyêl yên hikûmetê û neberanberiyê, kombûnek li dar xist.
Bi dehan kes ji endamên yekîtiyêln karkerîê û teqawûdbûyiyên Tirkiyê bi çûyîna bo Enqereyê, wek nerazîtiya li hemberî siyasetên aboriyê yên dewletê, li paarka nêzikî gora Mistefa Kemal (Ataturk), xîmdarê Tirkiyeya îro, kom bûn. Wan bi bilindkirina hin dirûşmeyan wek nerazîtiya li hemberî newekheviya aborî û nebûna demokrasiyê, daxwaza berçavgirtina xwestekên xwe ji aliyê Wezareta kar va kir.
Mahî Nûr Şehbaz serokê Yekîtiya Teqawûdbûyiyên Tirkiyê di axafftina xwe li vê kombûnê da got ku ew daxwaza beranberî, azadî, demokrasî û hakimiyeta qanûnê dikin. Wî bi gotina vêya ku siyasetvanan pirsgirêk çareser nekirin û daxwazên karkeran paşguh kirion, got: Em hatine Enqereyê da ku dengê xwe bigihînin guhê gel, erkên siyasetvanan bînin bîra wan û daxwazên xwe bişopînin.
Zeynelabidîn Ergen Serokê Yekîtiya Teqawûdbûyiyan jî bi gotina vêya ku bêkar û teqawûdbûyî çîna herî belengaz a civakê ne, got: Belengazî bûye sebeba veqetiyana çandî û civakî. Gel birçî ye û beroşên wan tijî hêrs e. Ergen daxwaza pêkhatina aştî, evîn û beranberiyê li civakê kir.
Beşdarên li kombûnê ji Wezareta kar a Tirkiyê xwest ku bi hevkariya wan, daxwazên karker û teqawûdbûyiyan bi cih bîne.
Ev kombûna nerazîtiyê di halekî da hat lidarxistin ku Receb Teyib Erdoxan hevdem mûvaniyeke mezin ji bo hunermendên alîgirê AKPyê li Koşka Dolma Baxçeyê bi rê ve dibir.