Darayîyên 91 çalakên sîyasî û endamê HDP hatin bilokekirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i333328-darayîyên_91_çalakên_sîyasî_û_endamê_hdp_hatin_bilokekirin
Darayîyên 91 çalakên sîyasî û endamê HDP ku fermana desteserkirina wan di çarçova dosîya nerazîbûnên Kobanîyê da hatibû dayînê, ligorî fermana dozgerîyê hatin bilokekirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 17, 2022 18:01 Asia/Tehran
  • Darayîyên 91 çalakên sîyasî û endamê HDP hatin bilokekirin

Darayîyên 91 çalakên sîyasî û endamê HDP ku fermana desteserkirina wan di çarçova dosîya nerazîbûnên Kobanîyê da hatibû dayînê, ligorî fermana dozgerîyê hatin bilokekirin.

Ligorî rapora Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê, Dozgerîya Giştî ya Enqerê di çarçova lêpirsînên dadwerîyê yên Pêla Duyê ya Kobanê da, çend rojan berî nika fermana desteserkirina 91 çalakên sîyasî û endamên HDP da ku ligorî wê heta nika herîkêm 48 kes ji wan hatine desteserkirin. Dozgerîyê jî duh fermana bilokekirina darayîyên wan 91 kesan da. 

48 çalakên sîyasî û endamê HDP ku li şarên Wan, Amed, Adana, Stenbol û Rihayê hatibûn desteserkirinê, jibo derbaskirina qonaxên qanûnî, dayîna îfadeyan û amadebûna li dadgehê ber bi Enqerê va hatin şandin. Herwiha hikma desteserkirina demkî ya wan kesana 4 rojan hat dirêjkirinê. Di nava kesên hanê da, hin şaredarên berê yên HDP û herwiha endamên pillebilind û rêvebirên çiqên pparêzgehan ên vê partîyê jî xûya dikin.