Nîsan 17, 2022 22:22 Asia/Tehran
  • Desteyeke parlemanterên HDP çû Yewnanistanê

Desteyeke parlimanterên HDP li Yewnanistanê çû seredana kempa penaxwazên Tirkîyê.

Desteyeke parlemanterên HDP pêkhatî ji Feleknaz Ûca parlemantera êzidî û Cîgira Hevseroka vê partîyê, Ebru Günay Berdevka partîyê û Sezayî Temellî parlemanterê Wanê çûn Yûnanê û li Kempa Lavrîyonê ku pirranî penaxwazên kurd û tirk ên ji Tirkîyê tê da ne, gerîyan û bi penaxwazan ra axivîn.

Li gorî rapora malpra fermî ya HDP, Ûca û Gunay bi parlimanterên jin ên efganistanî û wekîlên şebekeya parlemanter û rêvebirên jin ên vî welatî (AWPLN) li Atênê civînane û endamên desteya HDP di vê civînê da li gorî ber û layên hevpar ên têkoşîna jinên kurd û jinên Efganistanê, pêgirî ser domandina têkoşîna her du koman dijî zêhnîyeta zalimane kirin. 

Desteya HDP herwiha ragihand ku hevgirtin û hevkarîya di têkoşîna bêyî sînor da girîng e.

Endamên desteya HDP yê di Kongera Sîrîzayê da pişikdarîyê bikin û bi hin endamên parlemana Yewnanê ra jî gotûbêjê bikin. 

Serepeyv