Nîsan 17, 2022 12:13 Asia/Tehran
  • Xwepêşandan û nerizamendiyên dijî sîyonîstan li Tirkîyê berdewam dikin

Bajarên Enqere û Stembolê yên Tirkiyê, li dijî cinayetên Rejîma dagirkerê Qudsê û êrişa Rejîma Siyonîst ser Mizgefta El Eqsayê bûn meydana nerizamendî û xwepêşandanên gel.

Êrîşên siyonîstan ser filistîniyan di meha pîroz a Remezanê de tundtir bûne û hêzên siyonîst roja îniyê êrişî mizgefta Eqsayê kirin û êrişî nimêjkerên filistînî û herwiha navçeyên curbicur ên Şerîeya Rojava kirin û di encamê de nêzîkî 350 kes birîndar bûn û zêde ji 470 kes jî binçav kirin.

Êrişa artêşa siyonîst ser mizgefta Eqsayê û bêhurmetiya derheq wê û birîndarbûna bi dehan nimêjkerên filistînî, rastî berteka berfireh a navçeyî û navneteweyî hat.

Li gorî ajansa Radyo û Televîzyonê ya Enqerê, komek xelkê Tirkiyê şeva borî (şeva şemiyê) li ber konsolxana rejîma siyonîst li Stenbolê û li hewşa Mizgefta Hac Bayram Welî li Enqerê bi armanca şermezarkirina êrişên Israîlî li ser Mizgefta Eqsayê çalakiyek nerazîbûnê li dar xist

Xwenîşanderan êrîşa hovane ya rejîma siyonîst li ser qibleya yekem a Misilmanan şermezar kirin, û piştevaniya xwe ji berxwedan û îdealên Felestînê ragihandin.

Xwepêşanderan daxwaza rawestandina hovîtiya Rejîma Siyonîst li dijî filistîniyên mezlûm û rêzgirtina li pîrozgehên Îslamî kirin. Her wiha daxwaz ji dewleta Tirkiyê kirin ku hemû peywendiyên xwe bi Rejîma Siyonîst re rawestîne.

Serepeyv