Dewama lêpirsîna doza Kobaniyê li Tirkiyê: Biryara desteserkirina 91 kesan hat dayîn
Di çarçoveya lêpirsîna Kobaniyê de ji 91 kesên ku derbarê wan de biryara desteserkirinê hat dayîn, 46 kes hatin desteserkirin. Di nava kesên hatin desteserkin de şaredarên berê yên HDP’ê jî hene.
Di lêpirsîna Doza Kobaniyê de li 13 parêzgehan rêveberên şaredariyê jî di nav de bo 91 kesan biryara desteserkirinê hat dayîn û ji wan 46 kes hatin desteserkirin.
Serdozgeriya Komarê ya Enqerê di Doza Kobaniyê de lêpirsîneke nû da destpêkirin. Serdozgeriyê di çarçoveya vê lêpirsîna nû de derbarê 91 kesan de biryara desteserkirinê da.
Polîsan di çarçoveya vê biryarê de îro 12ê Nîsana 2022ê li 13 parêzgehan operasyonên hemwext dan destpêkirin û 46 kes desteserkirin.
Li gor agahiyan di nav wan kesên ku derbarê wan de biryara desteserkirinê hatiye dayîn hejmareke hevserokên berê yên şaredariyan jî hene.