Nîsan 08, 2022 18:07 Asia/Tehran
  • Tirkiyê operasiyona şehadexwaziyê li Til Avîvê şermezar kir

Balyozxaneya Tirkiyê li Filistîn adagirbûyî operasiyona şehadetxwaziyê ya pêkhatî li Til Avîvê şermezar kir.

Li gorî rapora Tasnim Newsê, Balyozxaneya Tirkiyê li Filistîn adagirbûyî roja Înê operasiyona şehadetxwaziyê ya pêkhatî di roja Pêncşemiyê da li Til Avîvê şermezar kir û nîgeraniya xwe derbarê zêdebûna van operasiyonan ragihand.

Di daxuyaniya weşandî da, hevxemî di gel malbatên kuştiyên siyonîst hatiye kirin û ji bo birîndarên vê operasiyonê jî hêviya şîfaya zû hatiye kirin.

Êvara Pêncşemiyê ciwanekî filistînî bi navê Reid Hazim operasiyoneke şehadetxwaziyê li nav bajarê Til Avîvê pêk anî.

Ew bi çeka xwe çû nav kolana Dizengofê ku ji kolanên qelebalix ên Til Avîvê û gule berda ser siyonîstan.

Herî kêm du kes ji ber vê guleavêtinê hatin kuştin û hejmarek jî birîndar bûn.

 

Serepeyv