Nîsan 06, 2022 15:15 Asia/Tehran
  • Amarên dawî yên Koronayê li Tirkiyê

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê ragihand, di 24 saetên borî de zêdetirî 12 hezar haletên nû yên tûşbûna bi vîrusa Koronayê li wî welatî hatine tomarkirin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Îranê Press, "Fexredîn Koca" wezîrê tenduristiyê yê Tirkiyê şeva sêşemiyê ragihand ku di 24 saetên dawî de li vî welatî 12 hezar û 213 kes bi vîrusa Koronayê ketine û 37 welatiyên Tirkiyê jî ji ber nexweşiya Covid-19  canê xwe ji dest dane. 

Malpera  Worldometers bi vê amara nû, hejmara giştî ya tûşbûyên vîrusa koronayê li Tirkiyê 14 milyon û 919 hezar û 591 kes ragihand. Li Tirkiyeyê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê mirin derket 98 hezar û 234an.

Serepeyv