Nîsan 05, 2022 22:39 Asia/Tehran
  • Ji ber beşdarî li Cejna Newrozê kirine 30 kes li Bodrumê hatin girtin

Li navçeya Bodrum a ser bi Mugla ya Tirkiyê, hêzên ewlehiyê di operasyonekê de 30 kurd ji ber beşdarî pêxistina agirê Cejna Newrozê kirine girtin.

Li gor nûçeya ajansên Tirkiyê, hêzên ewlehiya Bodrumê bi tometa terorê 30 kurd girtin û li gor hêzên ewlehiyê roja 20.03.2022yê wan 30 kesên kurd agirê Newrozê pêxistine û beşdarî li Cejna Newrozê kirinê û dirûşmên cuda bikaranîne û ew dirûşm piştevaniya terorê ye.

Herçend li Tirkiyê bi fermî pêxistina agirê Newrozê nehatiye qedexe kirin jî, lê her sal ji ber pêxistina agirê Newrozê bi sedan hemwelatî li bajarên cuda yên Tirkiyê tên girtin û îsal jî li Tirkiyê zêdetirî 300 kesan hatine girtin û heta naha jî nehatine azad kirin.

Serepeyv