Rêûresma meha pîroz a Remezanê li Tirkiyê
Piştî du salan qedexeyên koronayê, wê îsal li mizgeftên Tirkiyê nimêja komî û cemaetê bê kirin.
Li gor nûçeya Ajansa Radyo û Televîzyonê, li gor adetên kevnar ên meha Remezanê li Tirkiyê, berbanga seheriyê, kesên çawuşîxwan li taxên curbicur bi lêxistina defê şêniyan hişyar dikin da ku seheriya xwe bixwen û ji bo nimêja sibeyê amade bibin.
Di dema fitarê de li hin deveran ji bo fitarê bi dengdayîna topê bang li kesên rojîgir dikin.
Dayîna îftariyê ji aliyê şaredariyan û kesên xêrxwaz di çadirên fitarê de, alîkariya hewcedaran, helaliyetxwestin (daxwaza helalkirinê), xwendina Quranê û hwd., ji erf û edetên baş ên xelkê vî welatî di meha pîroz a Remezanê de ne.
Rêxistina Diyanetê (Teşkîlata olî) ya Tirkiyê roja Şemiyê (2ê Nîsanê) li vî welatî yekem roja meha Remezanê ragihand.