Kilîs; Soldirûyê ku yêmeniyan çêdike dixwaze pîşeya xwe fêrî ciwanan bike
Mustafa Berskozluyê 78 salî yê ku ji yêmenîdirûyên herî kal û dawîn ê Kilîsê ye, dixwaze dirûtina yêmeniyan a ku 68 sal e didomîne, fêrî nifşên nû bike.
Berksozluyê ku hê dema 10 salî bû li ber destê hosteyekî yêmeniyan wekî çirax dest bi kar kir, di dikana xwe ya piçûk a li Taxa Meşetlîkê da çerman ji çend miemeleyan ra derbas dibe û jê solan çêdike.
Berksozlu digel ku êdî kal bûye, karê xwe bi hezkirin didomîne û dixwaze fêrî ciwanan jî bike.
Mustafa Berksozluyê diyar kir, ew ji sala 1954an vir va li ser yêmenîkariyê dixebite û ji wê demê vir va jî tu karekî din ra mijûl nebûye.
Berksozlu bal kişand ku ew pir ji karê xwe hez dike, digel ku teqawid bûye jî pîşeya xwe didomîne û wiha got:
"Gelo ev pîşeya min a soldirû nebûya min dê çi bikira? Ez rojê bi tenê çend cot yêmenî didirûm. Ez vî karî bi zewq dikim. Em ji vî pîşeyî pere qezenc dikin. Rehmet li bavê yê fêr kiriye be.
Teleb niha baş e, lê piştî me yê ku xwe fêrî vî pîşeyî dike tunene. Heger dewlet bibe alîkar ez dikarim wekî hîndekarê pispor ciwanan bigihînim. Em vê gavê heta Stenbolê yêmeniyan dişînin."
Berksozlu herî dawî jî got ku mişterî ji berhemên wî pir razî ne û cotek yêmekî bi nîvekî bi 130 lireyî ye.
Hêjayî gotinê ye ku, "Yêmenî" navê cûreyeke solên bêpehnî ye.