Adar 26, 2022 19:46 Asia/Tehran
  • Li Amedê

Li Amedê "Pêşangeha Makîneyên Derasayî yên Cizîrî" hat vekirin.

Li gorî rapora ajansa Anatoliyê, Plan û projeyên ku El Cizîriyê ji alimên kurd û misilman ê navdar ê heyama sedsala 13mîn û avakarê sîbernetîkê tê hesibandin li ser makîneyan hat ceribandin berhemên derketin holê jî di pêşangehê da tên nîşandan.

Erebeya firînê ya ewil a Tirkiyeyê ku ji aliyê Baykarê ve awayek taybet û neteweyî hat çêkirin jî di pêşangeha li Amedê da tê nîşandan.

Organîzekirina "Pêşangeha Makîneyên Derasayî yên Cizîrî" ji alî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê va hat kirin.

Pêşangeha ji bo proje û berhemên Cizîrî li ser Birca Keçê ya ser Sûra navçeya navendî dest pê kir wê heta heta 18ê Gulanê vekirî be.

Tevlî Erebeya firînê ya ewil a Tirkiyeyê ji ber projeyên Cizîrî 25 prototîpên nimûne jî hatin çêkirin û ew jî li pêşangehê raxistî ne.

Serepeyv