Adar 10, 2022 09:56 Asia/Tehran
  •  Li Tirkiyeyê duh 33 hezar û 243 pêketiyên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin, 143 kes mirin

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 366 hezar û 536 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 33 hezar û 243 pozîtîf derketin 143 kesan canê xwe ji dest da.

Li gorî nûçeya Ajansa Anatoliyê, Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyeyê, Tabloya Rojane ya Koronavîrusê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr" parve kir.

Li gorî tabloyê di 24 saetên dawîn de 366 hezar û 536 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 33 hezar û 243 pozîtîf derketin 143 kesan canê xwe ji dest da. Hejmara rehetbûyan jî 71 hezar û 545 e.

Ji bo nifûsa ji 18 salan mezintir, rêjeya derzîlêdanê ya doza yekem weke ji sedî 93 ya doza duyem jî weke 85,50 hat tomarkirin.

 

 

Serepeyv