Adar 08, 2022 15:10 Asia/Tehran
  • Gotûbêja wezîrên berevaniyê yên Tirkiye û Ukraynayê ya bi telefonê

Wezîrên berevaniyê yên Tirkiye û Ukraynayê der barê derxistina sivîlan ji qada şer gotûbêj kirin.

Bi destpêkirina şerê li Ukraynayê di 24ê Sibatê de, mijara derxistina sivîlan gelek caran kete rojevê. Ûkrayna û Rûsyayê ji bo ku vê daxwazê ​​bi cih bînin, ji bo demeke kurt şer rawestandin.

Li gorî nûçeya IRIB Newsê, Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Halûsî Akar jî di vê barê de bi hevtayê xwe yê Ukraynayê Aleksey Raznikov re bi telefonê axivî.

Her du aliyan li ser rawestandina şer ji bo derxistina bi ewle ya sivîlan û herwiha alîkariya mirovî pêgîrî kirin.

Akar herwiha tekezî li ser amadebûna Tirkiyê ji bo şandina alîkariyên mirovî bo Ukraynayê kir.

Rojava ku ji aliyê hin welatan ve, ji wan Îran, Çîn û Sûriyê, weke sedema sereke ya şerê li Ukraynayê tê dîtin, ji krîza mirovî ya li wî welatî sûd werdigire û kiryarên xwe yên li dijî Rûsyayê tundtir dike.

Serepeyv