Adar 07, 2022 10:15 Asia/Tehran
  •  Rojnameya Yenî Asya: Hêrtzog dê biçe Tirkiyê

Tevî dijberiyên zehf ên çalakên siyasî û saziyên sivîl li Stenbol û Enqerê, serdana serokê Rejîma Siyonîst a Tirkiyê tekûz bû.

Li gorî zanyariyên fermî ji çavkaniyên dîplomatîk ên Enqerê, Îshaq Hêrtzog (Isaac Herzog) serokê Rejîma Siyonîst dê ji 10 heta 10ê Adarê serdana Tirkiyê bike. Isaac Herzog li ser vexwendina Receb Teyib Erdoxan dê mêvanê Tirkiyê be.Di hevdîtinên ku dê li çarçova vê serdanê da bên lidarxistin, pêwendiyên dualî yên Tirkiye û Israîlê di hemî berûlayên wê da bên vekolandin û kiryarên ku dikarin ji bo baştirkirina hevkariyan pêk bînin, dê bên gotûbêjkirin.Biryar e di van hevdîtinan da li ser mijarên heyî, navçeyî û navneteweyî, her wiha pêwendiyên dualî gotûbêj bê kirin.Danûstandinên bazirganiyê navbera Tirkiye û Israîlê di asta 6 miliyar dolarî di salê da ye.

 

 

 

 

Serepeyv