Adar 07, 2022 08:36 Asia/Tehran
  • Amarên herî dawî yên Koronayê li Tirkiyê

Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyê qala zêdebûna amarên mirî û tûşbûyiyên bi vîrûsa Koronayê li vî welatî kir.

Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyê Yekşemiyê bi şev ragihand ku di 24 saetên borî da, 27 hezar û 671 kes li vî welatî bi Vîrûsa Koronayê ketine.

Li gorî ragihandina Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyê, her wiha 170 welatiyên Tirkiyê di vê heyamê da ji ber nexweşiya KOVÎD-19ê canê xwe ji dest daye.

Navenda ragihandinê ya Worldmeters'ê ragihand ku bi vê amara nû, hejmara giştî ya tûşbûyiyên Koronayê li Tirkiyê bûye 14 miliyon û 353 hezar û 888 kes.

Hejmara miriyên ji ber vê vîrûsê li Tirkiyê jî gihîştiye 95 hezar û 549 kesî.

 

Serepeyv