Sibat 28, 2022 17:22 Asia/Tehran
  • Qedexetiya 15 rojî ya kombûnan li Wana Tirkiyê hat ragihandin

Parêzgariya Wana Tirkiyê lidarxistina her cûre kombûn û meş û çalakiyên komî heta 15 rojên din ragihand.

Parêzgariya Wanê bi behanyea pêşîlêgirtin li bûyerên ihtimalî, lidarxistina her cûre merasima meş, kombûn û çalakiyên din ên komkî bi qasî 15 rojan ragihand.

Parêzgariya Wanê bi weşandina daxuyaniyekê ragihand: Lidarxistina her cûre civîn û meş, kombûn di atmosfera vekirî da, nerazîtî, grev, merasima destpêkirinê, dayîna daxuyaniyê, kampanyaya komkirina wajoyan, konser, belavkirina trakletan û hwd bi qasî 15 rojan qedexe ye.

Hêjayî gotinê ye, qedexetiya 15 rojî di halekî da tê ragihandin ku çalakên civakî bi taybet partiyên kurdî weke Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di halê amadebûna ji bo lidarxistina meşa itirazî ya 8ê Adarê bi boneya Roja Cîhanî ya Jinan li seranserî Tirkiyê ne.

 

Serepeyv