Sibat 26, 2022 20:43 Asia/Tehran
  • Doza çardehan dijî Emîne Şenyaşar dayîka dadxwaz a ji Rihayê hat vekirin

Dozgerîya Tirkîyê ji bo cara çardehan dosîyeke dadwerîyê dijî Emîne Şenyaşar dayîka daxwaz a kurd bi tawana bêrêzîya li parlimanterê AKPyê vekir.

 

 

Dozgerîya Rihayê dosîyeyek nû ya dadwerîyê dijî Emîne Şenyaşar dayîka daxwaz a kurd a ji Sirûça Rihasyê bi tawana bêrêzîya li parlimanterê AKPyê vekir. Eva doza çardehan e ku dijî vê dayîka kurd tê vekirin. Emîne Şenyaşarê ji salekê berî nika va li ber avahîya Dadwerîya Rihayê dest bi grevê kirîye.

Emîne Şenyaşar ku pîrejineka kurd e, hevser û 2 kurên xwe di encama pevçûna di navbera wan û endamên AKP û Ibrahîm Xelîl Yildiz parlimanterê vê partîyê da ji dest dane, salek e ku daxwaza azadkirina kurê xwe yê din dike, lewma ber avahîya Dadwerîya Rihayê dest bi grevê kirîye.

Ew, 355 roj in ku di grevê da ye, di vê heyamê da ji hêla polîsan û Dozgerîya Tirkîyê va hatîye vexwendin.

 

Serepeyv