Sibat 25, 2022 09:58 Asia/Tehran
  • Roja Pêncşemê: Li Tirkiyeyê 79 hezar û 708 pêketiyên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin, 281 kes mirin

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 455 hezar û 201 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 79 hezar û 708 pozîtîf derketin 281 kesan canê xwe ji dest da.

Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyeyê, Tabloya Rojane ya Koronavîrusê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr" parve kir.

Li gorî tabloyê di 24 saetên dawîn de 455 hezar û 201 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 79 hezar û 708 pozîtîf derketin 281 kesan canê xwe ji dest da. Hejmara rehetbûyan jî 94 hezar û 413 ye.

Ji bo nifûsa ji 18 salan mezintir, rêjeya derzîlêdanê ya doza yekem weke ji sedî 92,89 a doza duyem jî weke 85,02 hat tomarkirin.

Li Tirkiyeyê heta nuha 145 milyon û 344 hezar û 212 doz aşî hatiye kirin.

10 wîlayetên ku li ser asta nifûsa ji 18 salan mezintir rêjeya derzîlêdana herdu dozan li wan herî zêde ye; Osmaniye, Ordu, Amasya, Mugla, Kirklareli, Çanakkale, Eskîşehir, Balîkesîr, Zonguldak û Manîsa ne.

10 wîlayetên ku li ser asta nifûsa ji 18 salan mezintir rêjeya derzîlêdana herdu dozan li wan herî kêm e; Şanliurfa, Batman, Sêrt, Diyarbekir, Bingol, Mûş, Mêrdîn, Bidlîs, Agirî û Elazîz in.

 

Serepeyv