Sibat 24, 2022 11:31 Asia/Tehran
  • Korona li Tirkiyê; Hejmara miriyan 93,000 derbas kir

Li Tirkiyê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê jiyana xwe ji est dan derket 93 hezarî.

Ev çend roj in Tirkiye ji ber belavbûna vîrusa Koronayê di rewşeke pir dijwar re derbas dibe. Li gorî çavkaniyên fermî yên Tirkiyê, di hefteyên dawî de rekora rojane ya tûşbûn û mirina ji ber vîrûsa koronayê li vî welatî gelek caran hatiye şikandin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Anadoluyê, Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyê şeva çarşemiyê ragihand ku di 24 saetên borî de 86 hezar û 600 kes li vî welatî bi vîrusa Koronayê ketine û 268 welatiyên Tirkiyê jî ji ber Covid-19 canê xwe ji dest dane.

Malpera nûçeyan a "Worldmeters" bi vê statîstîka nû ragihand ku hejmara giştî ya kesên bi vîrusa koronayê li Tirkiyê ketine 13 milyon û 762 hezar û 181 kes e. Li Tirkiyê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê mirin derket 93 hezar û 258 kesan.

Zêdebûna nexweşiya koroner li Tirkiyê di demekê de ye ku cureyeke nû ya vîrusa koronayê ya bi navê "omicron" li wî welatî belav bûye.

Dr. Bulent Ertugrul, xebatkarê Koronayê ya Tirkiyê herî dawî got ku rewşa niha ya li welêt encama guhnedana protokolên tenduristiyê yên di şeva sersalê de ye û bi destpêkirina betlaneyên zivistanê yên 15 rojî heta meha Adarê dê xirabtir bibe.

Serepeyv