Komeke din leşkerên amerîkî derbasî Iraqê bûn
Sibat 02, 2026 13:32 Asia/Tehran
Çavkanîyên nûçeyan ragihandin ku karwanekî leşkerî yê mezin ê amerîkî ji Sûrîyê va derbasî bakura Iraqê bû û ne kivş e ku yê ku da here.
Li gorî vîdyo u dîmenên li şebekeyên civakî hatine weşandin, ew karwanê leşkerî yên mezin ku ji hêzên amerîkî pêk hatîye, ji sînorê di navbera bakura Iraq û Sûrîyê va derbaş bûye. Heta vê gavê nehatîye ragihandin ku ew karwana bi çi armancekê hatîye u yê ku da here.
Li gorî belgeyên ku çalakên herêmî û welatîyên nûçegîhanîyê dikin, ew karwanê leşkerî yê Amerîkayê ber bi kûratîya Iraqê va diçe.