Sibat 21, 2022 17:30 Asia/Tehran
  • Tevî Kirmanckî û Ermenî, 18 ziman li Tirkiyê li ber gefê ne

Li gorî rapora UNESCOyê, li Tikriyê 18 ziman ji wan Kirmanckî (zazayî), ermenî, çerkesî, lazî û gurcî li ber gefa jinavçûnê ne.

Li gorî etlesa zimanên bermirinê ya UNESCOyê, 18 ziman ji wan kirmanckî, ermenî û çerkesî li Tirkiyê li ber gefa jinavçûnê ne. Pirraniya nifşên ciwan li Tirkiyê ku zimanê wan ne tirkî ye, derbarê zimanê xwe yê zikmakî dibêjin: "Ez tê digihêjim, lê nikarim bi vî zimanî biaxivim."

Îro, 21ê Sibatê, Roja Navneteweyî ya Zimanê Zikmakî ye. Derdora 6000 zimanên zindî li seranserî cîhanê hene ku derdora ssedî 43 ji wan li ber gefa jinavçûnê ne. Tê gotin her 15 rojan zimanek li cîhanê ji nav diçe.

Hikûmeta Tirkiyê di heyama çend deh salên dawiyê da Zimanê Kurdî jî bi vê hincetê ku Zimanê Çiyayî ye, qedexe kir. Vê siyasetê ziyaneke mezin li ziman û çanda kurdî xist.

 

 

Serepeyv