Sibat 13, 2022 13:52 Asia/Tehran
  •  Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de testa 86 hezar û 193 kesan pozîtîf derket 272 kes mirin

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn da 448 hezar û 347 testên Kovîd-19ê hatin kirin, testa 86 hezar û 193 kesan pozîtîf derket, 272 kes mirin.

Li gorî rapora ajansa Anatoliyê, Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyeyê, Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"yê parve kir.

Li gorî tabloyê di 24 saetên dawîn de 448 hezar û 347 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 86 hezar û 193 pozîtîf derketin, 272 kes mirin. Hejmara kesên qenc bûn jî 73 hezar û 526 ne.

Ji bo nifûsa ji 18 salan mezintir, rêjeya derzîlêdanê ya doza yekem weke ji sedî 92,73, a doza duyem jî weke 84,77 hat tomarkirin.

Li Tirkiyeyê heta niha 143 milyon û 940 hezar û 936 doz aşî hatiye kirin.

Serepeyv