Sibat 08, 2022 11:10 Asia/Tehran
  •   Li Tirkiyeyê duh 96 hezar û 514 pêketiyên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin, 236 kes mirin

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 432 hezar û 131 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 96 hezar û 514 pozîtîf derketin 236 kesan canê xwe ji dest da.

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 432 hezar û 131 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 96 hezar û 514 pozîtîf derketin 236 kesan canê xwe ji dest da.

Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyeyê, Tabloya Rojane ya Koronavîrusê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr" parvekir.

Li gorî tabloyê di 24 saetên dawîn de 432 hezar û 131 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 96 hezar û 514 pozîtîf derketin 236 kesan canê xwe ji dest da. Hejmara rehetbûyan jî 83 hezar û 274 e.

Ji bo nifûsa ji 18 salan mezintir, rêjeya derzîlêdanê ya doza yekem weke ji sedî 92,65 a doza duyem jî weke 84,63 hat tomarkirin.

Li Tirkiyeyê heta nuha 143 milyon û 125 hezar û 638 doz aşî hatiye kirin.

10 wîlayetên ku li ser asta nifûsa ji 18 salan mezintir rêjeya derzîlêdana herdu dozan li wan herî zêde ye; Osmaniye, Ordu, Amasya, Mugla, Kirklareli, Çanakkale, Eskîşehir, Balîkesîr, Zonguldak û Manîsa ne.

10 wîlayetên ku li ser asta nifûsa ji 18 salan mezintir rêjeya derzîlêdana herdu dozan li wan herî kêm e; Şanliurfa, Batman, Sêrt, Diyarbekir, Bingol, Mûş, Mêrdîn, Bidlîs, Agirî û Elazîz in.

 

 

Serepeyv