Çile 30, 2022 16:45 Asia/Tehran
  •  Pêvajoya hilbijartina Dersa Kurdî li dibistanên Tirkiyê: ‘KurdîHilbijêre’ li Twitterê bû trend

Li Tirkiyê kampanyaya piştgiriya hilbijartina dersa bijarte ya Kurdî berdewam e û li tora civakî ya Twitterê hashtaga `KurdîHilbijêre` bû trend.

Proseya hilbajartina dersên bijart li dibistanên Tirkiyê heta 7ê Sibatê berdewam dibe û kampanyaya piştgiriya bo hilbijartina dersên Kurdî (Kurmancî, Zazakî) jî her ku diçe berfirehtir dibe.

Piştgiriya bo Kurdî: Li torên civakî jî xebateke berfireh ji bo agahdarkirin û hişyarkirina malbat û zarokan bo hilbijartina dersên Kurdî birêve diçe.

Li ser Twitterê, duh hashtaga `KurdîHilbijêre` bû trend û bi hezaran kesan bi wê navnîşanê peyam belav kirin û piştgiriya xwe bo Kurdî nîşan dan.

Li aliyê din piştevaniya weşanxane, sazî, însiyatîf, tevger û platformên zimanê Kurdî ji bo zarokên ku dersa bijarte hilbijartine Kampanyaya Pirtûkên Kurdî yên Zarokan dan destpêkirin.

 

Kampanyaya pirtûkan: Avesta ku yek ji weşanxaneyên mezin ên Kurdî ye, ragihand ku ew dê 1000 pirtûkan bibexşînin û lîsteya wan pirtûkan jî belav kir ku dê di çarçova kampanyayê de pêşkêşî xwendekaran bike.

Weşanxaneya Avestayê diyar kiriye ku ew pirtûk dê bi rêya Hereketa Zimanê Kurdî (HezKurd) û Însiyatîfa Mamosteyên Kurdî bi ser xwendekaran de bên dabeşkirin.

Berî niha jî çendîn weşanxane, dezgeh û saziyên din eşkere kiribûn ku ew dê pirtûkên Kurdî bo xwendekaran bibexşînin.

Piştî destpêkirina kampanyaya komkirina pirtûkên zarokan, jibilî Avestayê, Weşanxaneya Nûbiharê soza 5 hezar pirtûkan, Weşanên Hîvda û Hezkurdê jî soza 3 hezar pirtûkên zarokan dane.

 

 

Hewlên partiyên siyasî û komeleyan: Herwiha kelek kesan jî soz dane li gorî hêza xwe ji zarokên ku dersa bijarte ya Kurdî hilbijartine re pirtûkan bikirin.

Kampanya roj bi roj berfirehtir dibe. Tevî ku tenê çend roj in kampanya hatiye destpêkirin jî ji niha ve, kampanyayê bandora xwe ya erênî li ser bazara weşanxaneyên kurdî kiriye û bazara pirtûkan geş kiriye.

Li aliyê din partiyên siyasî, rêxistin û komeleyên sivîl jî bi daliqandina pankartan û belavkirina belavokan kolanên bajarên Kurdistana Tirkiyê bang li malbat û xwendekaran dikin ku dersa Kurdî hilbijêrin.

Proseya dersên bijarte: Proseya dersên bijarte li Tirkiyê ji roja 3yê Çileya 2022yan ve berdewam e.

Li gor rêziknameya Wezareta Perwerdê ya Tirkiyê, xwendekarên dibistana navîn yên polên 5-6-7 û 8 dikarin heta 7ê Sibata 2022yan serî li rêveberiya dibistanên xwe bidin û Kurmancî û Zazakî hilbijêrin.

Îsal cudatir ji salên derbasbûyî kampanyayeke berfireh ji bo hilbijartina dersên bijarte yên Kurdî birêve diçe û eleqeyeke zêde heye.

Rewşa Kurdî: Îsal kampanyayeke berfireh ji bo piştgiriya hilbijartina dersa Kurdî birêve diçe, lê li Tirkiyê bi milyonan zarokên Kurd ji mafê perwerdeya bi Kurdî bêpar in û partî, rêxistin û malbatên Kurd daxwaz dikin, zimanê Kurdî ne wek dersa bijarte, lê wek zimanê perwerdeyê cihê xwe di sîstemê de bigire û bibe zimanê duyem ê Tirkiyê.

Li gor maddeya 42 a Destûra Tirkiyê, zimanê Tirkî, zimanê hemû welatiyan e û tekane zimanê fermî û xwendinê ye.

Dersa bijarte û giliyên malbatan: Her çiqas ji sala 2012an ve li Tirkiyê, dersa bijarte ya Kurdî hebe jî, lê bi sedemên ciyawaz prose bi awayekî zelal nemeşiyaye û gelek sazî û malbat diyar dikin ku ev maf wek xwe nayê cîbicîkirin.

Di proseya dersên bijarte de her xwendekarek dikare yek dersa bijarte hilbijêre, eger dersek din bê hilbijartin, xwendekar nikarin dersa Kurdî hilbijêrin û li gor zanyariyên gelek malbatan ku ragihandine, li gelek cih û dibistanan dersên olî li şûna dersa Kurdî li ser zarokên Kurd tên sepandin.

Li gor wan amarên li ber dest in, sala 2015-2016, li Tirkiyê, 77 hezar û 931 xwendekaran dersa Kurdî hilbijartin (71 hezar û 616 xwendekar Kurmancî – 6 hezar û 315 xwendekar Zazakî). Lê heta niha tenê 59 mamosteyên Kurdî hatine tayînkirin ku 48 bo Kurmancî û 11 bo Zazakî.

 

 

Serepeyv