Çile 26, 2022 16:39 Asia/Tehran
  • Tirkiye dixwaze dersa olî li ser zarokên pêşdibistanan jî bide ferzkirin; Elewî ne razî ne

Komaleya Çandê ya Pîr Sultan Abdal (PSAKD) ragihand ku AK Partî 20 sal e dijî Elewiyan prosyeke bişaftinê daye destpêkirin û dixwaze vê proseyê bi rêya ferzkirina dersên olî di pêşdibistanan de berdewam bike. Ew komele dibêje wan ji bo rakirina dersa neçarî ya olî kampanya îmzeyê dan destpêkirin.

Rûdawê nivîsiye: Civîna Şêwrê ya Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Abdal li bajarê Antalyaya Tirkiyê hat lidarxistin. Di civînê de li ser dersa olî ya neçarî, binpêkirinên mafên mirov, polîtîkayên bişaftinê yên AK Partiyê yên dijî Elewiyan û têkoşîna dijî van polîtîkayan gotûbêj hatin kirin û piştî civînê daxuyaniyek hat belav kirin.  

Komaleya Çandê ya Pîr Sultan Abdal diyar dike ku dersa olî heta pêşdibistanan jî tê dayîn û dibêje: "Partiya Îslama Siyasî AKP di demekê de ku li ser ferzkirina dersên olî berdewam e, xwe bo wê yekê amade dike ku ev pêngav gefeke mezin e li ser veguhestina Elewîtiyê bo nifşên nû, li ser zarokên li pêşdibistanan jî ferz bike.”    

Komaleya navborî destnîşan dike ku AK Partî ev 20 sal in dijî Elewiyan proseyeke bişaftinê daye destpêkirin, niha dixwaze heman prosoyê bi rêya ferzkirina dersên olî li pêşdibistinan berdewam bike û dibêje: “Diyanet ku navenda ferzkirina van polîtîkayan e li welatê me yek ji navendên sereke yên paşverûtiyê ye. Em dê rûbirûyêvan polîtîkayan bibin.”

Piştî civînê biryar hat dayîn ku bo bidawîanîna van polîtîkayan li ser Elewiyan û rakirina dersa neçarî ya olî kampanya komkrina  îmzeyan bê destpêkirin.

Di 19emîn Şuraya Perwerdeya Tirkiyê de biryar hatibû dayîn ku dayîna dersa olî li ser xwendekarên polên 1-2 û 3 yên dibistana seretayî bê ferzkirin. Niha li Tirkiyê behsa wê yekê tê kirin ku ew ders li ser xwendekarên pêşdibistanan jî bê ferzkirin. Li Tirkiyê çendîn pêkhateyên ji olên cuda hene û naxwazin dersa ola Îslamê li ser zarokên wan bê ferzkirin.
 

Serepeyv