Çile 23, 2022 10:42 Asia/Tehran
  • Daxwaza Tirkiyê ji bo pêwîstiya rêzgirtina Rûsiyê li yekparçetiya axa Ukraynê

Wezîrê berevaniyê yê Tirkiyê li ser pêwîstiya çareserkriina qeyrana navbera Mosko û Kiyêvê di çarçova rêzgirtina li yekparçetiya axa Ukraynê ji aliyê Rûsiyê va tekez kir.

Li gorî rapora ajansa Anatoliyê, Xulûsî Akar, Wezîrê berevaniyê yê Tirkiyê di hevpeyivîna di gel Kovaara mijarên berevanî û stratejîk a M5ê da got: Em di her platformeke navneteweyî da tekez dikin ku qeyrana navbera Rûsiye û Ukraynê divê bi riyên aştiyane û li gorî qanûnên navneteweyî were çareserkirin.

Wezîrê berevaniyê yê Tirkiyê tevî amajeya bi vê ku Enqere gelek hevkariyan di gel Kiyêvê di warên pîşeyên berevaniyê da pêk tîne û firotina dronên çekdar yek ji van hevkariyan e, got: Bidestxistin û xebitandina van sîsteman girêdayî bi Ukraynê bi xwe û Tirkiye nabe ku di vî warî da sûcdar were zanîn.

Xulûsî Akar her wiha got: Ukrayn ji bo NATOyê welatê "Beşdariya derfetên pêşketî" ye û zêdekirina hêza berevaniya vî welatî bi wateya yek ji babetên vê projeyê ye.

 

Serepeyv