Çile 19, 2022 09:26 Asia/Tehran
  • Serokê Rejîma Siyonîst dê serdana Tirkiyê bike

Serokomarê Tirkiyê qala serdana Serokê Rejîma Siyonîst bo Enqerê kir.

Li gorî rapora IRNAyê, Receb Teyib Erdoxan, serokomarê Tirkiyê piştî gotûbêja telefonî tev Îshaq Hêrtzog (Isaac Herzog), Serokê Rejîma Siyonîst ragihand ku ew ê serdana Tirkiyê bike.

Televîziyona Rejîma Siyonîst berbanga roja Çarşemiyê ji zarê rayedarên vê rejîmê vexwendina Hêrtzog ji aliyê Erdoxan ji bo serdana Tirkiyê piştrast kir.

Rayedarên Rejîma Siyonîst wek berteka bo pêşniyaza Erdoxan ji bo acakirina boriya gaza vê rejîmê bi riya Tirkiyê bo Ewropayê, bi aşkiratî ragihandiye ku her cûre pêşketina di gel Tirkiyê dê bandorê li pêwendiyên stratejîk navbera Yûnan û Qibrisê wek du hevpeymanên Israîlê neke.

Şehedî nîşan didin ku pêwendiyên navbera Tirkiye û Israîlî tu wextî di tengasiyeke rasteqîn da nebûye û divê em bibêjin, serokên Tirkiyê tu wextî dev ji sazbûna di gel Rejîma Siyonîst bernedane ku bixwazin dîsan wê pêwendiyên ava bikin.

 

Serepeyv