Çile 18, 2022 21:04 Asia/Tehran
  • Li Tirkiyê: Kampanyaya hilbijartina dersa zimanê Kurdî berfirehtir dibe

Kampanya hilbijartina dersa zimanê Kurdî li Tirkiyê her diçe berfirehtir dibe. Hejmareke zêde ya kesayetiyên Kurd bi rêya torên civakî amadebûna xwe pêşan dane ku alîkariya mehane bidin hejmarek ji wan xwendekaran ku dersa zimanê Kurdî hildibijêrin.

Li gorî nûçeya Rûdawê, Li aliyê din hejmara wan weşanxaneyên Kurdî jî zêde dibe ku bi rêya dana pirtûkên Kurdî bo xwendekaran beşdarî kampanyayê dibin. Rêveberê Kovar û Weşanxaneya Nûbiharê di proseyê de bilind nirxand û got, bi dana 5 hezar pirtûkên Kurdî beşdarî wê kmapanyayê dibin.

Rêveberê Kovar û Weşanxaneya Nûbiharê Suleyman Çevik got “Em jî wek Kovar û Weşanxaneya Nûbiharê piştgiriyê didin vê xebatê, niha em dê ji 17 pirtûkên xwe bi temamî 5 hezar pirtûkên xwe li zarokan bê pere belav bikin. Di ser rêya mamosteyên Kurd de em dê vî karîbikin. Dema ku mamosteyên Kurd daxwaza pirtûkan ji me bikin, em dê rasterast ji wan re bişînin da ku ew jî li xwendevanên xwe belav bikin.”

Her xwendekarek dikare tenê derseke bijarte hilbijêre. Eger xwendekarek dersa olî hilbijêre, nikare dersa zimanê Kurdî bixwîne. Serokê Komeleya Şêx Seîd û Hevalên Wî jî got, li Tirkiyê desthilat hestyariya gelê Kurd li beramber ol, bo dûrxistina zarokên Kurd ji zimanê Kurdî bi kar tîne û nabe ziman ol bi hev re bixin yek aliyê teraziyê.

Serokê Komeleya Şêx Seîd û Hevalên Wî Mehmet Kasim Firat dibêje “Ev yek gelek eyb e, mirov çewa dersa olî û ya zimanê zikmakî bide hemberî hev? Di nav Tirkan de ev heye, li tu deverê dinyayê tiştek wiha tune. Ji xwe qedexeya ziman tune. Perwedekirin jî divê wezîfa dewletê be. Ew dizanin ku hesasiyeta miletê Kurd ji bo dîn gelekî xurt e, ji ber wê dîn û ziman didin hember hevdu ku Kurd tecîhan dîn bikin. Ev ne rast e.”

Ew dema 18 rojî ku Wezareta Perwerdê ya Tirkiyê bo hilbijartina zimanê Kurdî di çarçoveya dersa bijarte de daniye, roja Înê bi dawî dibe. Li gor sîstema xwendinê ya dersa bijarte, eger 10 xwendekar daxwaza xwendinê bi her zimanekî bijarte bikin, polekî taybet bo wan tê vekirin.

 

 

Serepeyv