Çile 18, 2022 12:46 Asia/Tehran
  •  Parêzerên li Stenbolê banga kurdî kirin

Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê ya Stenbolê doh bang li malbatan kir ku dersa kurdî hilbijêrin û gotin, ger di warê hiqûqî de pirsgirêk hebin ewê alîkariya wan bikin.

Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, "Navê vê komeleyê bi tirkî "OHD - Ozgurluk İçin Hukukçular Dernegi" (Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê) ye. Di logoya xwede hem kurdî hem tirkî navê xwe bi kar tîne. Piranî wekî "OHD" tê nasîn. Endamên wê parêzerên welatparêz in. Komeleyê li ser hilbijartina dersa kurdî doh daxuyaniyeke nivîskî belav kir û bang li malbatan kir ku heta 21'ê mehê dersa kurdî (kurmancî, kirmanckî) hilbijêrin."

Di daxuyaniyê de hat gotin ku wan bihîstiye rêveberên dibistanan pêşî li hilbijartina dersa kurdî digirin, li ser navê xwendekaran dersan hildibijêrin û wisa gotine, "Em wekî OHD vê bêhiqûqiyê qebûl nakin û em dibêjin malbat û xwendekarên ku mexbûr bûne em dikarin piştgiriya hiqûqî bidin wan. Ji bo piştgiriyê dikarin hesabên me yên tora civakî û maila me bi kar bînin, yan jî xwe bigihînin hema yek ji endamên me."

OHD'ê di dawiyê de wisa gotiye, "Em wekî OHD dibêjin divê zimanê zikmakî ne dersa hilbijêr, bibe perwerdehiya mecbûrî û heta wê rojê em bang li malbat û xwendekaran dikin ku dersa kurdî hilbijêrin. Zimanê me rûmet û jiyana me ye. Em xwedî lê derkevin."

 

Serepeyv