Çile 14, 2022 12:55 Asia/Tehran
  •   Li Wan, Colemêrg, Bedlîs û Muşê rêya 1301 gundan hat girtin

Li parêzgehên Wan, Colemêrg, Bedlîs û Mûşê yên Tirkiyê, ji ber berfê rêya 1301 gundan hat girtin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ragihand, ji ber berf û pûkê rêya 90 gundan hatiye girtin. Tîmên şaredariyê û saziya rêyên bejahî ji bo paqijkirina rêyan xebatê xwe berdewam dikin û welatî jî hewl didin pêş malên xwe paqij bikin.

Herwiha rêya Wan û Miksê jî ji ber metirsiya aşûtê ji trafîkê re hat girtin. Ji bo rêya Wan û Colemêrgê neyê girtin xebatên tîmên saziya rêyên bejahî jî berdewam in.

Îdareya Taybet a Bajêr a Colemêrgê ragihand, li parêzgehê ji ber berfê rêya 64 gundan hat girtin. Tîmên saziya rêyên bejahî ji bo vekirina rêyan xebatê xwe berdewam dikin.

Rêveberê Xizmetên Rê û Veguhestinê û Îdareya Taybet a Bajêr a Bedlîsê Umit Kurtkan got, li parêzgehê rêya 198 gundan hatiye girtin û bo vekirina rêyan xebat hatine destpêkirin.

Li Bedlîsê, tîmên şaredariyê jî rê û kolanên nav bajêr paqij dikin.

Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajêr a Mûşê Seyhmus Yentur ragihand, li parêzgehê ji berfa zêde rêya 109 gundan hatiye girtin û bo vekirina rêyan xebat dane destpêkirin. Li Mûşê tîmên şaredariyê jî ji bo paqijkirina rê û kolanên nav bajêr dest bi xebatê kirin.

Li Gelek bajarên Tirkiyê, çend rojên dawî zivistan dijwartir bûye û bi şevan pileya germê heta bin sifrê 28 pileyan dadikeve.

Serepeyv