Çile 13, 2022 20:54 Asia/Tehran
  • Li parêzgehên kurdî yên Tirkiyê riyên 584 gundan hatin girtin

Li piraniya parêzgehên kurdî yên rojhilat û başûrê rojhilatê Tirkiyê çend roj e berfê destpê kiriye û li hin navçeyan jiyan rawestandiye. Li parêzgehên Dêrsim, Agirî, Qers, Erdexan, Erzîngan, Îdirê, Wan, Colemêrg, Bedlîs û Mûşê ji ber berf û pûkê rêyên 584 gundan hatin girtin.

Li van parêzgehan eva çend roj e berf dibare û li cihên bilind an çiyayî berfeke zêde ketiye. Ji ber berfa zêde li Dêrsimê 163, li Agirî 163, li Qersê 51, li Erdexanê 39, li Erzînganê 35, li Îdirê 13 li Wanê 29, li Colemêrgê 30, li Bedlîsê 6 û li Mûşê jî 55 gundan ji ber berfa zêde hatine girtin.

Li gor agahiyên hatine belavkirin, tîmên îdareyên taybet ên wan parêzgehan dest bi kar û xebatên vekirina rêyan kirine. Bi taybetî li devrên çiyayê kar û xebatên vekirina riyan berdewam dikin. Herwiha hat ragihandin ku li heman parêzgehan gelek rê jî hatine vekirin.

Serepeyv