Çile 13, 2022 20:24 Asia/Tehran
  • Tirkiye û Ermenistan sibê li Moskowê dicivin

Nûnerên taybet ên Ermenistan û Tirkiyê ji bo asayîkirina peywendiyên di navbera herdu welatan de roja Înê li Moskow paytexta Rûsyayê dicivin.

Wezareta Derve ya Ermenistanê ragihand, şandeke wan ji bo asayîkirina peywendiyên ligel Tirkiyê, sibê Înê 14yî Çileya 2022ê li Moskowa paytexta Rûsyayê bi şandeke taybet a Tirkiyê re dicive.

Wezareta Derve ya Ermenistanê di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku Ermenistan dixwaze peywendiyên xwe yên dîplomatîk ên bi Tirkiyê re pêş ve bibe û di çarçoveya dîyalogan de deriyên sînorî bên vekirin.

Tirkiye û Ermenistanê di dawiya sala 2021ê de ji bo asayîkirina peywendiyên di navbera xwe de çend pêngav avêtibûn û ji bo gotûbêjên di navbera herdu welatan de nûnerên taybet erkdarkiribûn. Herwiha tê pêşbînîkirin ku geştên asmanî yên di navbera herdu welatan de di meha Sibatê de destpê bikin.

Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşiniyan , piştî hilbijartinên welatê xwe ku biserketibû, gotibû amade ne bêmerc peywendiyên xwe bi Tirkiyê re asayî bikin.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu jî gotibû: “Em ê ji bo asayîkirina pewendiyên bi Ermenistanê re Balyozê xwe yê berê li Waşîngtonê wek nûnerê taybet erkdar bikin.”

Serepeyv