Nîkol Paşînîyan Serokwezîrê Ermenistanê got, "Ji bo girtina pêşiya şêrr divê sînorekî deqîqtir digel Komara Azerbaycanê were kivşkirin."
Serokwezîrê Ermenistanê ji qanûndarêjên welatê xwe ra got: Yêrwan peywendiyên xwe yên ewlehiyê cihêrengtir dike; ji ber ku şirîkên niha hewcetiyên me yên çek û rextên leşkerî dabîn nakin.
Seyid Îbrahîm Reyîsî Serokê Komara Îslamî ya Îranê û Nîkol Paşîniyan Serokwezîrê Ermenistanê bi rêya telefonê li ser rewşa navbera Yêrîwan û Bakûyê axivîn.
Nîkol paşînîyan Serokwezîrê Ermenistanê got, "Divê Bakû derfeta aştiyê têk nede."
Serokwezîrê Ermenistanê tekezî li ser peywendiya baş a vî welatî digel Îranê kir.
Sergeyî Lavrov, Wezîrê Karên Derve yê Rûsiyê Sêşemiyê di gotûbêja telefonî bi Ceyhûn Bayramov, hevpêşeyê xwe yê azerbaycanî re daxwaza lezandina vekirina Korîdora Laçînê kir.
Bi sedan hemwelatiyên sivîl li pey kiryara Komara Azerbaycanê ya girêdana rêya Qerebax-Ermenistanê li nav rêya asê û sergerdan bûne.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê li navenda çandî-dîrokî ya Se'd Abada Tehranê pêşwazî li serokwezîrê Ermenistanê kir.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê bal kişande ser vêya ku navçeya Qefqazê beşeke dîrok, şaristaniyet û çanda Îranê ye û got: Destwerdana biyaniyan dê pirsgirêkên navçeya Qefqazê zêdetir bike.