Çile 10, 2022 10:04 Asia/Tehran
  • Li Tirkiyê -  Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ji bo Kurdî kûrs vekir

Serokê Daîreya Karên Çandî û Civakî Nurî Bekîroglu: "Di kûrsê da ji bo kesên qet nizanin, yên hinekî zanin û yên dixwazin çêtir hîn bibin ders tên dayîn."

Li gorî nûçeya ajansa Anatoliyê, Li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku Wezareta Karên Navxweyî lê wezîfedarî kir, kûrsa zimanê Kurdî hat vekirin.

Di daxuyaniya şaredariyê weşand da hat gotin ku di çarçoveya pîşe hînkirinê da li Navenda Çandê ya Taxa Hecîbekirê di bin banê Daîreya Karên Çandî û Civakî da kûrsa Kurdî vebû.

Hat gotin ku welatî eleqeyê nîşanî zimanê Kurdî didin.

Dersên Kurdî ji alî mamoste Yusuf Başargan hefteyê 5 rojan tê dayîn û ew him ziman û him jî rê û rêgezan hînî beşdarbûyiyan dike.

Serokê Daîreya Karên Çandî û Civakî Nurî Bekîroglu diyar kir ku wan îsal nêzî 200 kûrsî îlan weşandin û eleqeya li ser hemû kûrsan zêde bû.

Di berdewamiya axaftina xwe da Bekiroglu ragihand ku di nav wan kûrsan da ya herî zêde rastî eleqeyê hat yek jî kûrsa zimanê Kurdî bû û wiha domand: "Di kûrsê da ji bo kesên qet nizanin, yên hinekî zanin û yên dixwazin çêtir hîn bibin ders tên dayîn. Ji roja me kûrsê vekir heya îro tiştên xweş tên gotin."

Serepeyv