Çile 09, 2022 17:11 Asia/Tehran
  • Erdoxên êrîşî ser dijberên xwe kir

Serokomarê Tirkiyê dijberên xwe wek ajawegêr bi nav kirin.

Li gorî rapora IRNAyê, Receb Teyib Erdoxan serokomarê Tirkiyê got: Hinek hez dikin di hevraz berjêrên aboriyê da gişt tûşî ziyanê bibin da ku ajawegêriyê bi rê xin. Hinek hewil didin Tirkiyê weke hin welatan ber bi tevliheviyê va bibin û em ê xiyaneta wan aşkira bikin.

Erdoxan ku ji ber qeyrana aboriyê û zzêdebûna belengaziyê alîgirên xwe ji dest dane, îdia kiriye ku kêşeya bihayê pereyên biyanî çareser kiirye. Wî soz da ku pirsgirêkên bihabûnê di dema herî lez da çareser bike.

 

Ev di halekî da ye ku li gorî yekemîn rapora rewşa aboriya Tirkiyê di sala 2022an da, zêdebûna asta Bihabûnê di 19 ssalên borî da bêmînak bûye.

 

Rojekê piştî ragihandina vê raporê, bihayê pereyê neteweyî yê Tirkiyê li hemberî dolarê gelekî daket xwarê û her dolar bû 13.5 lîre.

 

 

Serepeyv