Çile 04, 2022 22:47 Asia/Tehran
  • Hevpeyvîna Têlefonê ya Wezîrên Karên Derve yên Tirkiye û Amerîkayê

Wezîrên karên derve yên Tirkiye û Amerîkayê bi rêya telefonê li ser mijarên dualî û pêşhatên navçeyê gotûbêj kirin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Anadoluyê, Wezareta karên derve ya Tirkiyê li daxuyaniyekê ragihand ku gotûbêja li bara aloziyên navbera Rûsiye û Ukraynayê li pêş civîna NATO`yê û Rêxistina Ewlehî û Hevkariyê ya Ewrûpayê yek ji sedemên gotûbêja Çavuşoglu û Anthony Blinken wezîrê Derve yên Tirkiyê û Amerîkayê bû.

Her du wezîrên karên derve li ser têkiliyên dualî, geşedanên li Sûdan, Etiyopya û herêma Kafkasyayê jî axivîn.

Kirîna sîstemên berevaniya dij esmanî yên Rûsî S-400 ji aliyê Tirkiyê ve û betalkirina hevkariya Tirkiyê û Amerîkayê di çêkirina balafirên F-35 de, pêwendiyên Enqere û Washingtonê aloz kirin.

Serepeyv