Çile 02, 2022 09:34 Asia/Tehran
  •  Li Dêrsimê: Zinarê Digirî yê li Geliyê Pulumurê cemidî

Li Dêrsimê kevirê ku ji ba av jê dizê û jê ra dibêjin Zinarê Digirî bi hatina sermayê cemidî û dîmenên xweşik derketin holê.

Li gorî nûçeya ajansa Anatoliyê, Dêrsima ku di nava çiyayên Munzur, Mircan, Sulbus û Zelê da hatiye avakirin bi xweşikahiyên xwe yên tebîetê her demsal mazûvaniya ziyaretvanan dike.

Li Dêrsimê Zinarê Digirî yê li ser rêbeja Dêrsim-Erzincanê li tenga Pireya Hilbeşê ye, ji ber seqem û sermayê cemidî.

Li ser zinar cembelîkên hema hema digihîjin 3 mêtroyî çêbûn û bi xweşikahiyên Geliyê Pulumurê û darên mêşeyê va dîmenên xweşik derketin holê.

Zinarê Digirî yê cemed girtiye bala rêwî û tûrîstên ji wê derê derbas dibin dikişîne.

Kesên tên vê derê wêneyên zinar dikişînin.

 

Serepeyv