Çile 01, 2022 18:17 Asia/Tehran
  •   Li Osmaniyê bi hinceta 'endamtiya YPGê' 5 Efrînî hatin girtin

Di operasyonake ku navenda wê li bajarê Osmaniyê ye li 6 parêzgehan bi serdegirtina malan de ji 15 welatiyên Efrînê 5 kes bi hinceta `endamtiya rêxistinê` hatin girtin.

Li gorî rapora Rûdawê, Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Osmaniyeyê ve bi îdiaya `endamtiya PKK û YPGê` li bajarên Osmaniye, Hatay, Mêrsîn, Kilîs, Amed û Dîlokê 15 welatiyên Efrînê hatin desteserkirin.

Piştî lêpirsîna li dozgeriyê 10 welatiyên Efrînê serbest hatin berdan û ji bo dersînorkirinê radestî Navenda Paşde Vegerandinê ya Osmaniyê hatin kirin.

Li aliyê din bi daxwaza girtinê û A.F., A.D., B.B., Ş.M.S. ve A.M. ji aliyê dozgeriyê ve bi îdîaya "endamê rêxistinê" bo Dadgeriya Cezaya Sulhê ya Osmaniyeyê hatin veguhestin.

5 Efrîniyên ku karûbarên yasayî li dadgeriyê bi dawî bûn hatin girtin.

Serepeyv