Kanûn 29, 2021 11:16 Asia/Tehran
  • Işkesta Erdogîn ligorî encama nûtirîn rapirsîya li Tirkîyê

Encama nûtirîn rapirsîya li Tirkîyê nîşan dide ku şaredarên Enqere û Instenbolê zêdetir ji Receb Teyîb Erdogan Serokomarê Tirkîyê dengan bi dest dixin.

 

 

 

Encama rapirsîya Şirketa Metrolpol`ê nîşan dide ku Mensûr Yavaş şaredarê Enqerê sedî 54.4ê dengan û Receb teyîb Erdogan jî sedî 32.2yê dengan bi dest dixe.

Herwiha di rikeberîya di navbera Ekrem Imamoglu şaredarê Istenbolê û Erdogan da jî Imamoglu sedî 48.7ê dengan û Erdogan jî sedî 36.6ê dengan bi dest dixe.

Ligorî daketina piştgirîya ji Erdogîn û partîya wî, partîyên opozosyonê pêgirîyê ser lidarxistina hilbijartina pêşwext dikin lê Erdogan pêgirîyê dike ku hilbijartin ligorî planê yê di Hezîrana sala 2023yê da were lidarxistin.

Daketina berfire ya bihaya lîrê tirka, zam û di encamê da hejartirbûna gel, bûne sebeb ku asta hebandina Erdogan û AKP di nava gel da gellekî dakeve.

Serepeyv