Kanûn 28, 2021 07:22 Asia/Tehran
  • Mijarên civîna Hevserokên HDPê ligel Davutoglu

Hevserokên HDPê di civîna tev Serokê Partiya Pêşerojê da tekez kirin, “Pêdiviya xelkê Tirkiyê bi hilbijartina pêşwext heye.”

 

Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Mîthat Sancar li navenda giştî ya Partiya Pêşerojê bi serokê vê partîyê ra civîyan û piştî civînê Hevserokên HDPê û Serokê Partiya Pêşmerojê, di kongreyeke rojnamevanî ya hevbeş de behsa naveroka civînê û dawîn pêşhatên li Tirkiyê kirin.

Hevseroka HDPê Pervîn Buldan, di kongreya rojnamevanî de amaje bi rewşa Tirkiyê kir û got, civaka Tirkiyê bendewariyek ji wan heye û divê partiyên opozisyonê bên cem hev û çawaniya birêvebirina vê qonaxê giftugo bikin.

Li gor gotina Pervîn Buldanê, pêdiviya Tirkiyê bi hilbijartineke pêşwext heye û diyar kir, “Em jî dibêjin, `demildest hilbijartin`. Me ev daxwaza xwe gihand Partiya Pêşerojê jî. Em li Tirkiyê niha di qonaxekê de ne ku demokrasî, dad û hiqûq tuneye.”

Hevserokê HDPê Mîthat Sancar jî tekezî li ser pêdiviya diyalogê kir ji bo Tirkiyê û got, ew ligel hemû aliyên civakê diyalogê esas digirin û “em dixwazin nîşan bidin ku mekanîzmaya diyalogê bi kêmanî di nava opozisyonê de bêyî dudilî dimeşe.” Bi gotina Sancar, desthilat dixwaze vê diyalog û demokrasiya di nava opozisyonê de jinav bibe û “ti qaîdeyan li ber çav nagire. Desthilat dixwaze civakê dabeş bike û ji hev dûr bixe, lê divê em wek opozisyon nîşan bidin ku derfetên pêkanîna aştiya civakî hene.”

Serepeyv